Ewropa dişewite: Li Fransayê 50 li Îspanyayê 212 kes mirin
PeyamaKurd - Ewropa di van rojên dawî de rû bera pêleke germbûna pir giran û bêtaxat bûye ku bûye sedema qutbûna elektrîkê, girtina dibistanan û cihên çandî. pisporên hewayê hişyariyê didin ku ev germahiya zêde dê heta dawiya hefteyê berdewam bike.
li herêma başûrê Brîtanyayê germahî gihîşt 36,1 pileyan ku ev ji bo meha hezîranê wekî rekorek hat tomarkirin. li paytextê Fransayê Parîsê jî germahî gihîşt 40,9 pileyan û rekora meha hezîranê şikand.
li Fransayê piştî 80 salan roja herî germ hat tomarkirin. li bajarokê pissos ê ku li başûrê rojavayê welat e, germahî gihîşt 44,3 pileyan. berpirsên Fransî aşkere kirin ku ji ber bandora germê heta niha 50 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Li aliyê din, wezareta tenduristiyê ya îtalyayê ji bo 16 bajaran, di nav de floransa, mîlano, roma, torîno û verona, lîsteya herî bilind a alarm ragihand. wezareta îtalyayê destnîşan kir ku ev pêla germê dê hîn bêtir giran bibe û rojên yekşem û duşemê bigihîje lûtkeya herî bilind.
Li îspanyayê piştî ku germahiya ser 40 pileyan bi rojan berdewam kir, bîlanço gihîşt asteke tirsnak. li gorî daneyên fermî, di navbera rojên 21 û 24ê hezîranê de 212 kesan ji ber germê jiyana xwe ji dest daye.