TR KU SO
FB X
Cîhan

Temsîlkarê Rûsya û yê Tirkiyê li hev civiyan

Admin M
Nivîskar
📅 11 tîrmeh 2019 01:27

PeyamaKurd- Berdevkê serokkomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalın û temsîlkarê Rûsyayê yê ji Sûriyê berpirs Aleksandr Lavrentyev hatin cem hev. Mijara navbera her dû aliyan Idlib, komisyona destûrê ya Sûriyê, herêma bi ewle û têkoşîna li dijî terorê bû. Her dû heyet li kulliya serokkomariya Tirkiyê hatin cem hev.

Di civînê de Tirkiye ewilî garantiya ewlekariya xwe da pêş û paşî parastina lihevkirina Idlibê, avakirina komisyona destûra Sûriyê û beyana wê, têkoşîna li dijî terorê ya seranserê Sûriyê, parastina yekîtiya axa Sûriyê û avakirina Sûriyê ya ji nû de, mijarên civîna her dû heyetan bû.

Di civînê de behsa zîrewe ya Sûriyê ya sê qolî (Rûsya-Îran-Tirkiye) û di pey de zîrwe ya ku Fransa û Almanya jî tevlî wê bibin, li ser wan hat axaftin.

Parve bike: