TR KU SO
FB X
Cîhan

Termên 4 zarokên bûyera Daqûqê hatin dîtin

📅 21 gulan 2020 16:36

PeyamaKurd - Piştî lêgerîneke berdewam, tîmên Berevaniya Şaristanî ya Kerkûk û Daqûqê, termên 4 zarokan ku di bûyereke trafîkê de ketibûn avê, dîtin.

Duhî di bûyereke trafîkê de, otombîlek ketibû nava ava projeyeke Daqûqê, di encamê de bav û dayika zarokan bi birîndarî hatibûn rizgarkirin, lê 4 zarokên wan winda bûbûn.

Li gorî zanyariyên berdest, tîmên Berevaniya Şaristanî ya Kerkûk û Daqûqê îro termê wan 4 zarokan dîtin û şandin tibba edlî.

Hat zanîn ku ew malbat ji bajarokê Cebara yê ser bi qezaya Kifrî ve ye û Ereb in.

Parve bike: