TR KU SO
FB X
Cîhan

Terorîst, cilên leskerên Amerîkî li xwe dikin

Admin M
Nivîskar
📅 02 hezîran 2018 19:35

PeyamaKurd- Li welatê Afxanistanê terorîstên ku unîformayên leşkerên Amerîkî li xwe kiribûn hatin kuştin.

Li Afxanistanê li ber avahiya wezareta karên hundir, li payîtext Kabîlê piştî dawî li şer û pevçûnên her dû aliyan hatin, hat fêmkirin ku terorîst unîformayê leşkerên Amerîkayî li xwe kirine.

Yek ji terorîstan bomba ser xwe teqand û yên din xwestin bikevin nava avahiya wezareta karen hundir lê polîs nehişt û di encama şer de temamê terorîstan hatin kuştin. Piştî mijara unîformayê aşkera bû Associated Press (AP) wêneyên wan da çapemeniya dinyayê.

Parve bike: