Cîhan
Teslîmkirina S-400an wê di 2 salan de be
PeyamaKurd- Tevî tehdîda Amerîkayê Hindistan biryara xwe dabû ku S-400an ji dewleta Rûsyayê bikire. Putin di serê meha cotmehê de çûbû Hindistanê û bi Hindistanê re peymana kirîna S-400an îmzekiribû.
Bihayê peymanê li dora 5 mîlyar û 430 mîlyon dolarî bû. Rûsya aşkera kir ku wê sîstema S-400an, di nava 2 salan de bê teslîmkirin.