TR KU SO
FB X
Cîhan

Tetbîqata "Sea Breeze-2021" ê li Derya Res dewam dike

Admin M
Nivîskar
📅 01 tîrmeh 2021 01:12

PeyamaKurd – Di çarçoveya tetbîqata "Sea Breeze-2021” de ya bi hevkariya Amerîka û Ûkraynayê, welatên ku tevlî tetbîqatê bûne, yekîneyên peravên avê yên wan welatan perwerdeya xwe temam kirin. Tetbîqat di 28 ê hezîranê de destpêkiribû. Di tetbîqatê de Gurcistan, Moldova û piyadeyên deryayê yên Amerîkayê hatin perwerdekirin û di beyanê de weha dibêje:

“Girînge ku tecrubeyên bi têkoşîna li hemeberê terorê de hatine bidestxistin, divê di nav vê perwerdê de bên bicîhkirin. Bi xêra profesyoneliya tîmên me, van dersan di nav hemkarên me yên biyanî de eleqeyekî zêde dît.”

Di ser 30 welatan de endamên NATO yê tevlî tetbîqatê dibin. Tetbîqat heya 10 ê tîrmehê dewam dike, 5 hezar leşker, 30 keştî, 40 alavên hewayî û 18 grûbên ku ji hêzên taybet pêk tên tevlî tetbîqatê dibin.

Tetbîqata navborî ji 1997an heya îro her sal têkirin.

Parve bike: