Cîhan
The Times: Zelensky ji 3 hewlên cuda yên sûîqestê rizgar bûye
PeyamaKurd – Rojnameya The Times eşkere kir ku Serokê Ûkrayna Volodimir Zelensky ji dema destpêkirina êrîşa Rûsyayê ve, rastî hewlên kuştinê hatiye.
Li gorî nûçeya Timesê Zelensky hefteya borî herî kêm 3 caran ji hewlên sûîqestê rizgar bûye ku du hewlên sûîqestê ji aliyê koma leşkerên bi pere Wagner ve hatine kirin.
Herwiha roja Şemiyê jî li Kîevê çekdarên Çeçen ên girêdayî Kadîrov hewla kuştina Zelensky kirine, lê bi ser neketine.
Herwiha Timesê diyar kiriye ku Zelensky bi saya agahdariyên rayedarên îstixbarata rûsî yên hevkariya wan dikin ji sûîqestan rizgar bûye.