Cîhan
THY, ji bo seferên Tel Avîvê biryarên nûh da
PeyamaKurd – Şîrketa Rêyên Hewayî ya Tirkiyê (THY) bi sedema Hamasê êrîşan bir ser Îsraîlê, ji bo rêwiyên ku seferan bikin îsraîlê an ji wê derê werin, hinek mafên din da wan. Rêwî, dê karibin perê xwe bê ceza paşde bistînin an jî wexta bilêta xwe dirêj bikin.
THY, di ser malpera xwe ya fermî de ragihandina xwe kir û got ku ji ber bûyerên ku bandorê li seferên Tel Avîvê kirine, bilêtên ji bo 7-9ê Cotmehê hatine sitendin, mafên li jorê daye wan.
Heya niha, eger mirov wexta bilêtê biguherta an perê bilêtê paşde bixwesta, ji bo wê ceza dida. Niha bilêtên ji bo Îsraîlê hatine sitendin, ji van cezayan bêrî ne.