Tîmên cendirmeyan Prof. Mazhar Bagli li erdê dirêj kirin
PeyamaKurd – Parlementerê berê yê AKP ê û rektorê zankoya Nevşehîrê Prof. Dr. Mazhar Bağlı di wexta kontrolê de ji terefê cendirmeyan de hat rawestandin û wî li erdê dirêj kirin. Dîmenên Bağlı ketin ser medya civakî ku ji eskeran re dest bilind dike û ji wan re dibêje: “Allah, Allah! Ma qey hun kurê pêxemberin? Ez destê xwe bilind dikim.”
Li gor gotinên Bağlı; cendirme wî dane rawestandin û li erdê dirêj kirine. Li gor cendirmeyan Bağlı bi erebeya xwe reviyaye û cendirme dane pey û wî girtine. Di navbera her dû terefan de gengeşe zêde bûye û leşkerekî dinê ji Bağlı re dibêje:
“Tu dibêjî ku tu parlementerê berêyî. Mirov li hemberê cendirman weha tevdigere?”
Li ser gotina esker, Bağlı ji cendirmeyan re dibêje:
“Ez ê nîşanî te bidim. Ez parlementerê berê me. Li vê derê cendirme eşqiyatiyê dikin. Van cendirmeyan ne li ser navê qanûn lê li ser navê hinek din li vê derê eşqiyatiyê dikin, terorîstiyê dikin. Ez rektorê berê me. Ez bi ereba xwe di rê de diçûm û cendirme min dan rawestadin û min li erdê dirêj kirin. Ti sedem jî tine. Derewan dikin û ez ne reviyame. Li ser û cilên min binêrin. Ez ê bi wan bidim safîkirin.”