Tirkiyê bertek ji ‘Pisûleya Stratejîk’ a Yekîtiya Ewropa re nîsan da
PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê belgeya ‘Pisûleya Stratejîk’ ku ji bo planên parastin û ewlehiyê hatiye amadekirin, pesend kir.
Wezareta Derve ya Tirkiyê bi hinceta babetên derbarê Rojhilatê Derya Spî de ku bandorê li ser Tirkiyê jî dike, li dijî pesendkirina ‘Pisûleya Stratejîk’ a Yekîtiya Ewropayê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew belgeya navborî ya YEyê li şûna çareseriyan dibe beşek ji pirsgirêkan û stratejîyên rastîn dernaxe holê.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ew belgeya ku doh hatiye pesendkirin, ne belgeyeke çareserkirinê, lê li Rojhilatê Derya Spî bixwe dibe beşek ji pirsgirêkan û stratejiyeke rastîn nade pêşiya xwe.
Herwiha hatiye gotin ku ji bo endameke NATOyê ya wekî Tirkiyê, nêrîneke wiha qels ji bo Yekîtiya Ewropayê nebûna vîzyonekê nîşan dide.