Cîhan
Tirkiyê êrîsa ser kargehên nefta Siûdî sermezar kir
PeyamaKurd – Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyê (MSB) êrîşên doh ên ser du kargehên nefta Erebistana Siûdî şermezar kir.
Di daxuyaniya MSBê de hat gotin, ew herdu êrîşên ser du kargehên cuda yên kompaniya petrolê ya Erebistana Siûdî ‘Saudî Aramco’ şermezar dikin.
MSBê herwiha diyar kir ku ew dubare dibêjin ku pêwîste her aliyek xwe dûrî gavên provokatîv ên têkdana ewlekarî û seqamgeriya kendavê û herêmê bike.