Cîhan
Tirkiyê gef li Îsraîlê xwar: "Wê Îsraîl hesab bide"
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu gefên tund li Îsraîlê kirin û got: "Dê Îsraîl hesab bide."
Çavuşoglu li ser polîtîkaya Îsraîlê wiha axivî:
"Ji ber ku Îsraîl ji bo terora ku dike hesab nade, her ku diçe di hedê xwe da nasekine. Loma jî wê Îsraîl hesab bide. Îro birayê me Riyad el-Malikiyê Wezîrê Karên Derve yê Filistînê tiştên ku bi destê Îsraîlê hatine kirin, gîhande Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî. Em ê dev ji vê meseleyê bernedin."