TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye, Îran û Malezyayê peymana niyetpakiyê îmze kirin

Admin H
Nivîskar
📅 19 berfanbar 2019 21:46

PeyamaKurd – Li Lutkeya Kuala Lumpur a Malezyayê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û Serokwezîrê Malezyayê Mahathir Muhammed peymana niyetpakiyê îmze kirin.

Hat ragihandin ku piştî hevdîtina Erdogan a ligel Rûhanî û Muhammed di navbera hikûmetên her sê welatan de, peymana niyetpakiyê hatiye îmzekirin.

Li gor peymanê di gelek warên aborî, bazirganî û pêwendiyan de wê hevkarî di navbera Tirkiye, Îran û Malezyayê de bê kirin.

Piştî îmzekirina peymanê serokên her sê welatan dest bi civîneke ji medyayê re girtî kirin.

Parve bike: