Tirkiyê ji ber peymana ligel HSDê, Swîsre û ofîsa NYyê protesto kir
PeyamaKurd – Tirkiyê bi hinceta ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevê ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) rêkeftina plana kar bo nexistina şer a zarokan îmze kiriye, nivîseke protestoyê ji ofîsa NY re şand.
Tirkiyê perwiha bi hinceta ku Swîsreyê destûr daye ku Mezlûm Ebdî (Kobanî) derbasî welatê wan bibe jî ew protesto kirin.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî (Ferhat Ebdî Şahîn) çend roj berê ligel Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) bo karûbarên Zarokan, Virginia Gamba li baregaha NY li bajarê Cenêvê yê Swîsreyê planeke kar ji bo qedexekirina bikaranîna zarokan di şer de îmze kiribû û HSDê soz da bû hemû keç û kurên temen biçûk ji nav hêzên xwe derxe.
Tirkiyê piştî vê rêkeftinê bertekên tund nîşan dabûn û bi awayekî hêzeke rewa nîşandana HSD/YPGê red kiribû.