Tirkiye | Ji bo doza Geziyê ku 6 sal in didome biryar hat dayîn
PeyamaKurd – Doza xwepêşandanên Parka Gezî ya Stenbolê ku Hezîran a 2013an destpê kiribûn û li seranser cîhanê jî deng vedabû, îro piştî 6 salan hat encamdan.
Dadgeha Cezayê Giran a 30yemîn a Stenbolê di danişîna li Girtîgeha Silivri pêk hat de, biryara beraetê ji bo doza sereke ya Geziyê da.
Herwiha karsaz û aktivîst Osman Kavala ku 882 roj in bi hinceta fînansekirina xwepêşandanên Geziyê û hewla hilweşandina hikûmeta Tirkiyê li girtîgeha Silivri dihat girtin jî hat tehliyekirin.
Xwepêşandanên Parka Gezî ya Taksîm a Stenbolê li dijî çêkirina Mallekê li nav parkê dest pê kiribûn û veguherîbûn protestoyên hikûmeta AK Partiyê ku çend mehan berdewam kiribûn. Di wan xwepêşandanan de hêzên ewlekariyê bersivên tund dabûn xwepêşanderan û gelek kes jî hatibûn kuştin.