Cîhan
Tirkiye | Li Stenbolê erd hejiya
PeyamaKurd – Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê erdhejeke di kûrahiya 5,5 kîlometran de çêbû.
Çavdêrxaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogaziçî ragihand ku li demjimêr 12:33yan bi tundiya pileya 3,1 û kûrahiya 5,5 kîlomteran ji erdzemînê, li navçeya Şîle ya Stenbolê erdhejek çêbûye.
Hêjayî gotinê ye, piştî erdheja Xarpêtê ya pileya 6,8an zanyarên sîsmolojiyê çaverêyî erdheja mezin a Stenbolê jî dikin ku çend mehên dawiyê lerzîna erdzemînê li dorûbera Behra Marmara berdewam dike.