TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiyê pistgirî da êrisa li ser Esed

📅 14 nîsan 2018 15:27

PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê ragihand ku, "Tirkiye operasyona Amerîka, Brîtanya û Fransayê ya dijî rejima Sûriyeyê wekî bertekeke di cî de dinirxîne."

Wezareta Karên Derve der barê operasyona dijî Sûriyeyê de daxuyanî da.

Wezareta Karên Derve der heqê operasyona Amerîka, Brîtnya û Fransayê da ku wekî bersiva êrişa kîmyayî ya rejima Sûriyeyê li Dûmayê kir diyar kir: "Tirkiye operasyona Amerîka, Brîtanya û Fransayê ya dijî rejima Sûriyeyê wekî bertekeke di cî de dinirxîne."

Di berdewamiya daxuyaniya Wezareta Karên Derva da wiha hat ragihandin: "Dijî êrişa li Dûmayê ev operasyon ji wijdana hemû mirovahiyê ra bû cewab û em bi kêfxweşî pêşwazî dikin."

Parve bike: