TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye sînoran bi dronan qewî dike

Admin M
Nivîskar
📅 06 hezîran 2026 14:14

PeyamaKurd – Wezareta karên nav xwe ya Tirkiyê ji bo sînoran qewî bike 391 sîstemên dronên nesla nû xist nav envantera xwe.

Wezareta karên nav xwe ya Tirkiyê beşa serokatiya rêvebiriya koçberan her 391 sîtemên dronan teslîmê yekîneyên sînor kir.

Alavên ku teslîm kirine, kamerayên wan termalin, dikarin 7 km bilind bifirin û 59 deqe dikarin li hewa çavdêriyê bikin. Di sala borî de jî heman sîsteman teslîmê yekîneyên sînor kiribûn.

Alava sîstema navborî dikarin qat bikin, dizayna wan kompack te, di şev û rojê de dîtina wan zelale û li ser wan kamerayên termal hene.

Ji 15 heya 40 km yan dûr dikarin dîmenan bişînin navendê. 7 km dikarin bilind bifirin, di saniye de dikarin 25 metre herin, bi yek bataryekî dikare 41-59 deqe li hewayê bimînin.

Sîstem liş got şertên herêmê û hewayê hatine hilberîn. Li hemberê av û tozê qewîne û dikare di bin sifrê de 20 derece heya di ser sifrê de 50 dereceyî bê astengî bixebite.

Parve bike: