TR KU SO
FB X
Cîhan

Trêneke rêwiyan ji rê derket û gelek kesan can dan

Admin L
Nivîskar
📅 08 hezîran 2022 14:04

PeyamaKurd – Trêneke rêwiyan ya li bajarê Tebesê yê ser bi parêzgeha Yezd a Îranê ve, ji rê derket. Di encamê de 13 kesan  can dan û zêdeyî 50 kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan trên ji bajarê Meşhedê li bakurê rojhilatê Îranê ve ber bi bajarê Yezdê li navenda Îranê ve di rê de bû û îro di saet 05:30an de li navçeya Ebas Abad a Tebesê ji rê derketiye.

Ajansa fermî ya Îranê IRNA destnîşan dike, Hêla Asinîn a Îranê eşkere kiriye, sibeha îro trêneke rêwiyan ku 348 kes têde bûn, li ser rêya di navbera Tebes-Yezdê de bi sedema qelibîna ligel kepçeyekê ji rê derketiye.

Herwiha berpirsekî Hêla Asinîn a Îranê bi navê Mîr Hesen Mûsewî ji IRNAyê re daye zanîn, di bûyerê de 5 vagonên trênê ku di her vagonekê de 40 kes hebûne, ji rê derketine û qelibîne. Eger heye hejmara mirî û birîndarên bûyerê zêdetir bibe.

Berpirsên Îranê jî eşkere kirine, gelek ambûlans û tîmên hawarçûn û rizgarkirinê gihîştine cihê bûyerê. Herwiha 3 helîkopter ji Bîrcend, Gonabad û Yezdê bo cihê bûyerê li qezaya Tebesê hatine şandin da ku di veguhastina birîndaran de alîkariya tîmên tendirustiyê û tîmên hawarçûnê bikin.

Qaymeqamê Taybet a Tebesê jî piştrast kiriye ku li gor agahiyên destpêkê 17 kes di bûyera jirêderketina trênê de can dane û tîmên rizgarkirinê hîn mijûlî lêgerîn û şopandinê di vagonên din ên trênê de ne, lewra eger heye ku hejmara miriyan zêde bibe.

Ji bo şopandina kar û xebatên tîmên rizgarkirinê û rewşa birîndaran û herwiha lêkolînkirina sedema bûyerê, Parêzgarê Xorasana Başûr, Wezîrê Rê û Bajarvanî yê Îranê û herwiha Rêveberê Giştî yê Hêla Asin a Îranê çûne cihê bûyerê.

Parve bike: