Trump: Agirbest gelekî bas diçe, me petrol xist bin ewlehiyê
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ku destûr da Tirkiyê êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike û hêzên Amerîkî ji herêmên Kurdan vekişîne, piştî agirbesta navbera Amerîka-Tirkiyê ku ji 17ê mehê ve berdewam e û hêzên Kurd ji herêmên sînorî hatin vekişandin daxuyaniyek din da.
Trump li ser Twitterê bi zarê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Mark Esper got, "Agirbest gelekî baş derbas dibe. Kurd li herêmên nû têne bicihkirin."
Trump herwiha got, "Me petrol xist bin ewlehiyê. Em leşkeran tînin mal."
Trump: Agirbest gelekî baş derbas dibe. Kurd li herêmên nû têne bicihkirin. Me petrol xist bin ewlehiyê.#TrumpBetrayedTheKurds pic.twitter.com/eRODiODZSC
— Nûçexane Tenê Nûçe (@nucexanenews) October 20, 2019
Li ser medya civakî hastaga ku Trump li Kurdan xiyanet kiriye li seranser cîhanê tê belavkirin ku hem bûye sedema kuştina sivîlan ji ber êrîşên Tirkiyê hem jî dagirkirina erda Kurdan.