TR KU SO
FB X
Cîhan

‘Trump bibe serok wê ser zûtir bidawî bibe’

Admin H
Nivîskar
📅 11 adar 2024 21:37

PeyamaKurd – Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban derbarê hevdîtina xwe ya ligel serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ku namzedê hilbijartinên seroktiya Amerîka yên 2024an e daxuyanî dan.

Orban got ku heger Trump di hilbijartinan de bi ser bikeve û cardin bibe serokê Amerîkayê wê şerê Ukrayna-Rûsyayê zûtir bidawî bibe.

Orban di televizyona dewletê ya Macaristanê de li ser mijarê wiha axivî: "Wê Trump qirûşekî jî ji bo şerê Ukrayna-Rûsya nede û bi vî awayî wê şer biqede. Lewra diyar e ku dê Ukrayna nikaribe li ser piyan bimîne.”

Viktor Orban diyar kir ku ger Amerîkî û Ewropî pere û çekan nedin wê ev şer bidawî bibe.

Parve bike: