TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Bo ciyê Bolton 5 kesên ku basin hene

Admin M
Nivîskar
📅 12 îlon 2019 03:29

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku bo şuna John Bolton 5 namzedên bi wesf hene û dê di hefteya pêşiya me de wê biryara xwe bide. Li ser pirsa rojnamevanan ku dê kî bibe şêwirmendê netewî yê Amerîkayê Trump weha got:

“ 5 namzedên min hene ku vê wezîfê zahf dixwazin. Ez wan ji nêz de nas dikim û mirovên xwedî wesfin. Hefteya pêşiya me ez ê navê yekî ji wan ragihînim.”

Bolton kesê sêyeme ku di dema serokatiya Trump de dev ji wezîfê berdide û îstîfa dike: Michael Flyinn, Herbert Raymond McMaster û John Bolton.

Parve bike: