TR KU SO
FB X
Cîhan

Bolton: Bi Trump re ew mêjiyê ku bibe dîktator tune ye

Admin H
Nivîskar
📅 31 adar 2024 18:28

PeyamaKurd – Şêwirmendê Serokê Amerîka yê berê Donald Trump, John Bolton li ser pirsa ku dibe Trump bibe dîktatorek got, “Pê re ew mêjiyê ku bibe dîktator tune ye. Ew mutahidê xaniyan e.”

John Bolton, ji rojnameya Fransî Le Figaro re axivî ye û li ser pirsa ‘gelo Trump dikare bibe dîktatorek?’ gotiye,  ew ji felsefeya siyasetê bêpar e, “Mêjiyê ku bibe dîktator pê re nîne. Ew mutahidê xaniyan e.”

Bolton herwiha li ser dijatiya Trump a bo NATOyê jî diyar kir ku muhtemel e ger Trump bê hilbijartin Amerîkayê ji nav NATOyê derxe  û got, ‘Dema tiştek tê bîra Trump wê dubare dubare tîne ziman. Paşî ji bîr dike û piştre dîsa dikeve tevgerê.”

Parve bike: