TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump bo koçberan: “Ji kerema xwe vegerin”

📅 30 cotmeh 2018 02:26

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump der heqê koçberên ku ji welatên Amerîkaya Navîn ber bi Amerîkayê ve dimeşin de wiha got:  “Ji kerema xwe vegerin, bêyî ku derbasbûna di pêvajoyeke yasayî de hûn ê neyêne qebulkirin bo Amerîkayê. ”    

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser koçberên ku ji welatên Amerîkaya Navîn wek Guatemala, Honduras û El Salvador ber bi Amerîkayê ve dimeşin daxuyaniyek da.

Trump di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ji kerema xwe vegerin, bêyî ku derbasbûna di pêvajoyeke yasayî de hûn ê neyêne qebulkirin bo Amerîkayê. Ev dagirkirina welatê me ye û Artêşa me li hêviya we ye.”      

Tê ragihandin ku hejmara koçberên bo çûna Amerîkayê dimeşin di navbera 7-10 hezaran de ye.

  

Parve bike: