Trump bo komkujiya Ermenan got: “Felaketa mezin”
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump bo salvegera komkujiya Ermeniyan ku di sala 1915an de hatibû kirin û Ermenî her sal di 24 ê nîsanê de an ku îro wê komkujiyê bibîrtînin, peyamekî nivîskî belav kir û di peyama xwe de bûyerê bi “Felaketa Mezin” ku Ermen jê re dibêjin “Meds Yeghern” binav kir. Trump di beyana xwe de weha got:
“Em îro wan kesên ku ji Meds Yeghernê êşê kişandine ku yek ji komkujiya mezin ya sedsala 20 an e, wan bibîr tînin. Ji sala 1915an û pêde 1.5 mîlyon Ermenî ya hatine sirgûnkirin an hatine kuştin. Em îro jî bo wan kesên jiyana xwe ji dest dane û yên ku êşa wan dikşînin, bo wan rêz digrin. Em soza xwe ya dinyayekî bêhtir mirovî û aştiyane dubare dikin.”
Trump balê kişand ser têkiliyên navbera xelkê Amerîkayê û Ermenan û got ku bo jiyaneka nû û avakirina cemaeta Ermeniyan, gelek kesên Amerîkayî alîkarî kirine û bo xatiratên wan yên êş û azarê rêz digrin.
Di vê mijarê de îro serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan jî nameyekî bo partîkê Ermeniyan yê Tirkiyê şandibû û tê de rehmetê bo Ermenên kuştî yên dewra Osmaniyan ji Xwedê xwestibû lê dema Trump behsa vê mijarê kir, Tirkiye bertek bo gotinên wî nîşan da.