Cîhan
Trump dikare piştî hilbijartinê fermana êrîşa ser Îranê bide
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di hevdîtinên li Qatarê de di navbera Îran û DYA de ti pêşkeftin nebûye. Rayedarekî DYA yê ji bo Axiosê ragihandiye ku dibe piştî hilibjartinê serokê DYAyê Trump fermana êrîşa ser Îranê bide. Axios binkeya xebera xwe bir ser sê çavkaniyên cuda.
Qatar li New Yorkê biwezîrê karênd erve yê Îranê bi Abbas Arakçi re çend seet axifîbûn lê li ser xalan li hev nekiribûn. Îranê xwestibû ku abluka deryayê ji ser wan rabe û Amerîka tawîza nuklerî ji Îranê xwestibû lê negihabûn encamê.
Amerîka difikire ku niha serdestê Îranê ye, dawxazên Îranê ne yên qebûlkirinê ne û naxwaze Îran bibe xwediyê çekên nuklerî.