Cîhan
Trump dîsa ji bo hevdîtina Rûhanî çav kirpand!
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump car din li ser îhtimala hevdîtina bi Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî re erênî axivî û got, “Li ser hevdîtina bi Ruhanî re ti kêşe nîne’’
Trump hefteya borî jî dîyar kiribû ku ew dikare li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û bi Rûhanî re bicive û dabû zanîn ku ger Îran dixwaze kêşeyên xwe çareser bike, ew dikarin di 24 saetan de çareser bikin.
Rûhanî jî li ser daxuyaniyên Trump dabû xuyakirin ku heta Washington hemû dorpêçên dijî Tehranê raneke ewê bi Amerîka re necivin.
Serokomarê Îranê di parlamana welatê xwe de gotibû, “Amerîka gelek caran dixwaze bi me re bicive, lê bersîva me dê neyênî be.”