Trump dixwaze Girava Gronlandê bikire, lê nafirosin!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump daxwaz ji rêveberiya Denmarkê kiriye Girava Gronlandê bifiroşe Amerîkayê.
Li gor çavkaniyên Amerîkî yên ji rojnameya Wall Street Journal re axivîne, Donald Trump dixwaze Girava Gronlandê ku ji qeşem û bejahiyê pêk tê, ji ber dewlemendiya siruştî û şûnwarbûna stratejîk ji Denmarkê bikire.
Li gorî rojnameyê Trump di şîvekê de ji hevalên xwe re gotiye, “Gelo hûn ji bo vê çi difikirin) Dê bi kêr were ne?” û ji wan re gotiye ku ew dixwaze wê giravê bike eyaleteke nû ya Amerîkayê.
Li ser îdiayan Wezîrê Derve yê Gronlandê Ane Lone Bagger jî ragihandiye ku Gronland ji bo karûbarên bazirganî vekiriye, lê ne ya firotinê ye.
Halêhazir li bakurê rojavayê Gronlandê di baregeheke leşkerî ya Amerîkayê de bi qasî 600 leşkerên amerîkî hene ku Trump dê meha bê yekem serdana fermî bo wê herêmê bike.