Cîhan
Trump: Em ê ji Sûriyê derkevin lêbelê...!
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî civîna bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re, daxuyaniyek da û got ku em ê di demeke kin de ji Sûriyê derkevin.
Donald Trump wiha berdewam kir: Ez pir dixwazim ku ji Sûriyê derkevim. Di nêz de em ê vegerine mala xwe. Lêbelê heta ku em bandoreke mayînde li herêmê çênekin, em nikarin derkevin. Em ti caran nahêlin ku Îran xwe di ser Sûriyê re bigihîne Behra Spî.