TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Em nêzî lihevkirinê ne, lê bijardeya leşkerî li ser masê ye

Admin H
Nivîskar
📅 31 gulan 2026 12:38

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, di hevpeyvînekê de ligel kanala "Fox News" de eşkere kir ku welatê wî pêngavên mezin bo îmzekirina lihevkirineke baş ligel Tehranê avêtine.

Herwiha Trump, hişyarî da ku eger ev rêkeftin li gorî dilê wan nebe, ew dê vegerin ser bijardeya serbazî û Wezareta Şer.

Trump dîplomasî wekî rêya çêtir binav kir ji ber ku gihîştina bi encamê dê bibe sedema vekirina yekser a Tengava Hurmiz bo keştîvaniya navdewletî.

Serokê Amerîkayê şertên nû yên welatê xwe bo vekişandina hêzên leşkerî eşkere kirin û tekez kir ku artêşa wan tenê wê demê vedikişe gava ku dosyaya atomî bi temamî bê çareserkirin û Tengava Hurmiz jî bêyî wergirtina tu bac û mercan bê vekirin.

Parve bike: