Trump: Emê Tengava Hurmizê bi rê ve bibin û pereyan bistînin
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump bi telefonê beşdarî bernameya "Fox & Friends" a kanala Fox Newsê bû û ragihand ku artêşa Amerîkayê dê Tengava Hurmizê bixe bin kontrola xwe û bi îhtimaleke mezin ew ê vê rêgeha stratejîk bi rê ve bibin.
Trump bi şêwazê xwe yê taybet diyar kir ku ew ê bibin parêzvanê tengavê û belkî navê xwe bikin "Melaîkeyê Parastina Tengavê".
Herwiha Trump diyar kir, ji bo vê xebatê divê welatên dewlemend ên herêmê hemû lêçûnên Amerîkayê bidin û daxwaz kir ku ji niha pê ve ji bo parastina ewlehiya deryayî pereyekî zêde ji wan were standin.
Serokê Amerîkayê bal kişand ser wê yekê ku artêşa wan zêdetirî 50 salan e bêpere vê herêmê diparêze û dewletên din hemû qezencê dikin, lê êdî serdema parastina belaş bi dawî bûye û ji bo metirsiya li ser canê leşkerên Amerîkî divê bac were dayîn.