Trump: Ez Papayekî ku ji hebûna çekên nukleer yên Îranê razî be naxwazim
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî daxuyaniyên wî yên dijî şer, Papa Leo XIV, serokê Dewleta Vatîkanê, bi tundî rexne kir û got, "Ez Papayekî ku ji hebûna çekên nukleer yên Îranê razî be naxwazim."
Trump ku di dema vegera xwe ya ji Florîdayê de li ser medyaya civakî Papa hedef girt, piştî daketina xwe ya li Washingtonê di daxuyaniyekê de ji rojnamevanan re rexneyên xwe berdewam kir.
Trump got, "Ez heyranê Papa Leo nînim," û helwesta rêberê giyanî, bi taybetî di mijarên siyaseta derve û ewlehiyê de rexne kir.
Trump diyar kir ku ew Papayekî naxwaze ku piştgirîya hebûna çekên nukleer yên Îranê bike û li ser pêvajoya hilbijartina Papa jî axivî û got:
"Wan ew tenê ji ber ku ew Amerîkî ye, xistin wê meqamê û ew fikirî ku ev rêya herî baş e ku bi Serok Donald J. Trump re mijûl bibin. Ger ez li Qesra Spî nebûma, Leo li Vatîkanê nedibûya. Pêdivî ye ku Papa tevgera xwe bi rê ve bibe, bi aqilê selîm tevbigere û balê bikişîne ser tevgerîna mîna Papayekî mezin, ne wekî siyasetmedarekî."
Papa Leo XIV, doh di ayînek pîroz de, daxuyaniyên dijî şer da û rewşa ku dibe sedema şer wekî "xapandina hemû hêzê" bi nav kir.
Papa Leo XIV got, "Bes e ji xwe û pereyan re pûtperestî kirin! Bes e ji nîşandana hêzê! Bes e ji şer! Hêza rastîn di xizmetkirina jiyanê de tê nîşandan."
Hatiye îdiakirin ku Papa Leo XIV bêyî ku navê wî bibêje rexne li Trump kiriye.