Cîhan
Trump: Ger bêm hilbijartin ez ê nehêlim Komunîst û Marksîst bên Amerîkayê!
PeyamaKurd – Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, ji bo hilbijartinên serokatiyê yên 2024an careke din namzediya xwe eşkere kiriye di koferanseke li Washingtonê ya derbarê Baweriyan û Hevpeymaniya Azadiyan de, axaftinek kir.
Trump di axaftina xwe de, ragihand ku heger wekî serok ji nû ve bê hilbijartin ew dê di çarçoveya yasaya Koçberiyê û Hemwelatiyê ya Amerîkayê de, rê li ber hatina Amerîka ya komên îdeolojiya komînîst û Marksîst bigire.
Trump got ku yên bên Amerîkayê pêwîste ji Amerîkayê hez bikin û yên hez nekin jî divê ji Amerîkayê bên dûrxistin.
Herwiha Donald Trump da xuyakirin ku pêwîste ji bo welatiyên komunîst û Marksît yên li Amerîkayê jî yasayeke astengkirinê bê derxistin.