Trump: Heta garantiyên tam nebin em ji herêmê venakişin
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî hewildana sêyemîn a sûîqesta li dijî xwe, cara yekem li Florida di nav alîgirên xwe de derket pêşberî gel û peyamên tund şandin ji bo Tehranê. Trump destnîşan kir ku ew ê di şerê li dijî Îranê de heta gihîştina encamekê paşve gav neavêjin.
Donald Trump di axaftina xwe de diyar kir ku ew ê bi nîvco hiştina pêvajoyê re rê nedin ku pirsgirêka Îranê ji nû ve derkeve holê.
Trump got, "Em ê zû venekişin û rê nedin ku ev pirsgirêk cardin serî hilde," û tekez kir ku ew ê vê mijarê "bi awayekî guncaw" çareser bikin.
Serokê Amerîkayê bal kişand ser peymana ku ew li benda wê ne û diyar kir ku heta niha Îranî bi peymaneke ku "divê bibe" nehatine pêşberî wan.
Trump, berpirsên Îranî wekî "mirovên gelekî xerab" pênase kirin û ragihand ku rêveberiya Îranê di nava du hefteyan de 42 hezar xwepêşander kuştine.
Serokê Amerîkayê herwiha got ku heta garantiyên tam ji bo ewlehiya keştîvaniyê û rawestandina bernameya nukleerî neyên girtin, ew ê hêzên xwe ji herêmê venekişînin.
Trump di dawiya axaftina xwe de rexne li NATOyê jî girtin ku di parastina rêyên avê de tu alîkarî nedane hêzên deryayî yên Amerîkayê.