TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Hurmiz vebû, keştiyên petrolê derbas dibin

Admin H
Nivîskar
📅 15 hezîran 2026 16:36

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, ragihand ku gelek keştiyên barhilgir ên petrolê dest bi derbasbûna Kendava Hurmizê kirin û got, êdî korîdora başûr a bi temamî ewle bikar tînin.

Trump piştî lihevkirina ligel Îranê ku biryar e 19ê Hezîranê li Cenevreyê peyman were îmzekirin li ser medya civakî derbarê vebûna Tengava Hurmizê de peyamek belav kir.

Serokê Amerîkayê got: “Piraniya wan keştiyên petrol barkirî dest bi derbasbûna ji ser Tengava Hurmizê kirin. Korîdora bi temamî ewle ya başûr bêyî ti pirsgirêkan bikar tînin. Rêgehên wan ên din jî ji bo derbasbûnê hene.”

Parve bike: