TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Em dikarin Hurmizê bi hêsanî vekin û dest deynin ser petrolê

Admin H
Nivîskar
📅 03 nîsan 2026 17:37

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, derbarê girtina Tengava Hurmizê û krîza enerjiyê de ragihand, eger piçek wextê wan hebe, ew dikarin vê rêya avê ya stratejîk bi hêsanî vekin.

Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê got ku kontrolkirina tengavê û bidestxistina petrolê dê ji bo aboriya cîhanê bibe kaniyeke herikbar û serweteke mezin bi xwe re bîne.

Herwiha Trump gefên xwe yên li dijî Îranê jî tundtir kirin û got ku gelek armancên wan ên nû hene ku hîn derb li wan nehatiye xistin.

Serokê Amerîkayê bi eşkere binesaziya Îranê nîşan da û diyar kir, "Piştî armancên me yên din, dor wê bê ser stasyonên elektrîkê."

Parve bike: