TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Îranê hemû tiştê ku me xwest qebûl kir

Admin H
Nivîskar
📅 03 tîrmeh 2026 16:06

PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, derbarê pêvajoya danûstandinên ligel Tehranê de daxuyaniyên giring dan û ragihand ku Îranê hema hema her tiştê ku ji bo Washingtonê pêwîst bû, qebûl kiriye.

Trump di hevpeyvîna xwe ya ligel televizyona CNBCyê de diyar kir ku aloziya ligel Îranê ne şerekî tam e, lê belê proseyeke ji bo "bêçekkirina nukleerî" ya Îranê ye û destnîşan kir ku di çar mehan de artêş, hêzên esmanî û deryayî yên Îranê me tune kirine.

Trump her wiha Îran wekî "zarokekî şûmî" bi nav kir ku 47 sal in li Rojhilata Navîn mêranîyê dike û îdîa kir ku ji ber cezayan aboriya Îranê bi rêjeya %300 rûbirûyî enflasyonê bûye.

Serokê Amerîkayê tekez kir ku ew ne li pey guhertina rejîmê ye, tenê armanca wî ya pêşî ew e ku Îran nebe xwediyê çeka nukleerî; her wiha anî zimên ku eger peyman pêk bê, ew ê rê bidin ku Îran bi fînanseya xwe berhemên çandiniyê yên cotkarên Amerîkî bikire.

Parve bike: