TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Îranê qebûl kiriye ku ti carî nebe xwedî çeka atomî

Admin H
Nivîskar
📅 14 hezîran 2026 12:43

PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal Truth Socialê îdîa kir ku Îranê qebûl kiriye ku nebe xwedî çeka atomî.

Trump got, "Komara Îslamê ya Îranê qebûl kir ku ti carî nebe xwedî çeka atomî."

Serokê Amerîkayê herwiha da zanîn, Tengava Hurmizê ku xwedî girîngiyeke stratejîk e "wê di demeke nêz de jinûve vebe."

Li aliyê din Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf ku di danûstandinên dîplomatîk ên bi Îranê re navbeynkariyê dike, daxuyaniyeke balkêş da û got, ew li bendê ye ku peyman di nava 24 saetên dawî de bi encam bibe.

Parve bike: