Trump: Li gor raportan xwepêsandaneke din di rê de ye, aram bin
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump ji her kesî daxwaz kir û got, li gor raportan xwepêşandaneke din di rê de ye û aram bin.
Donald Trump dide zanîn; ew ji hemû welatiyên Amerîkayê daxwaz dike ku ji bo aramkirina rewşê alîkar bibin.
Ev gotinên Trump di demekê de ye ku civîna Encûmena Nûneran a Amerîkayê ji bo wergirtina baweriyê ji Serokê Amerîkayê birêve diçe û zêdetirî 15 hezar serbaz bo Kongresê hatine şandin, da ku civîn û Kapîtolê biparêzin.
Hêzên ewlehiyê li hol û mêvanxaneyên Kongresê belav bûne û li gor çavkaniyên nûçeyan ên Amerîkayê, Pentagon û FBI hişyariya xwepêşandan û êrîşa ser Kongresa Amerîkayê ji hêla alîgirên Trump ve, didin.
Li gor hat ragihandin, Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi, bi serbazên niştimanî re axiviye û rêkarên tund ên ewlehiyê pêk anîne û biryar e ew rêkar heta 24ê vê mehê û 4 roj piştî merasîma destbikarkirina Joe Biden weke Serokê Amerîkayê, berdewam bibin.
Herwiha 20 hezar serbaz ji bo parastina ewlehiya rêûresma sodxwarinê ya Biden, hatine erkdarkirin.