Trump: “Min hevdîtinê bi Îranê re yekalî betal kir”
PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku ew çûna Pakistanê ya nûnerê xwe yê taybet yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff û zavayê xwe Jared Kushner yekalî betal kiriye.
Trump ragihand ku ji hevalên xwe re gotiye temamê derfetan di destê DYA de ye û kengê Îran bixwaze dikare li wan bigere û got:
“Êdî ji bo rûnên û ti tiştekî neaxifin, ne hewceye ji bo 18 seetan bifirin heya Pakistanê.”
Artêşa Îranê ragihand ku li dijî xebatên DYAyê yên li herêmê dê bi tundî bersivê bidin û eger DYA êrîş bike, wê zerara zêde bidin Amerîkayê.
Wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakçi li Pakistanê bê ku raste rast bi Îranê re biaxife, ji Pakistanê hereket kir. Herkes bende bû ku here Umman û Moskovayê jî.
Trump daxwuyaniya xwe di rêya FOX Newsê de dirêj da û got:
"Steve Witkoff û Jared Kushner naçin Pakistanê. Min hevdîtinê yek alî betal kir. Ji bo bi Îranê re muzakereyan bikin, ne hewceye ewqas rê herin Pakistanê. Demek berê min ji tîma me re got amade bin da herin lê niha min çûna wan betal kir.”
Artêşa Îranê, baregeha Xatemul Enbiya hişyariyê ji bo xebatên li herêmê da û got:
“Artêşa êrîşker ya Amerîkayê li herêmê eger abluka, korsantî û eşqiyatiya deryayî bike, bila bawer bike ku wê artêşa me bersiva tund bide wan.”