TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump îddiaya hevdîtinên aştiyê yên ligel Îranê red kir

Admin H
Nivîskar
📅 29 cotmeh 2026 14:02

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ew îddia derewandin ku qaşo wî ferman daye Cîgirê Serok James David Vance da ku ligel Îranê rûne û hevdîtinên aştiyê ji nû ve bide destpêkirin.

Trump beriya ku ji Washingtonê biçe eyaleta Ohioyê, li balafirxaneyê pirsên rojnamevanan bersivand û diyar kir ku wî tenê ji bo peydakirina "amûr û keresteyên bijîşkî" rê daye ku peywendî bi aliyê Îranî re bê danîn.

Trump tekez kir ku ev gav tenê ji bo alîkariya mirovî û dermankirina nexweşên li Îranê ye.

Ev daxuyaniya Trump piştî wan nûçeyan hat ku di rojnameyên Wall Street Journal û Times de hatibûn belavkirin.

Di wan nûçeyan de hatibû îddiakirin ku Vance bi rêya navbeynkaran peyamek ji bo Sekretêrê Civata Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Mohsen Rezaei şandiye û daxwaza destpêkirina muzakereyên rasterast û gotûbêjkirina bernameya nukleerî kiriye.

Parve bike: