Cîhan
Trump navê ‘Gola Ontario’ guhert û kir ‘Gola Amerîka’
PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump bi Kanadayê re di seha bazirganî û baca gumrikê de dijberiya ku dike, gihaye astekî bilind û niha jî biyarnama ku navê ‘Gola Ontario’ guhert û kir ‘Gola Amerîka’ îmza kir. Gola Ontario dikeve ser sînorê DYA-Kanadayê.
Trump, ragihand ku ji sala bê û pê de, otomobil, kamyon, perçên otomotîvê û hesinê pola yên ku Kanadayê bikirin dê %50 baca gumrikê deyne ser wan.
Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney jî ragihand ku dê bi heman şêweyî bersiva DYAyê bide.