TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump pêsniyar kir ku welatên Rojhelata Navîn jî bibin endamên NATOyê

📅 10 rêbendan 2020 16:23

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, daxwaz ki ku NATO kir ku eniya xwe berfireh bike û hejmareke welatên Rojhelata Navîn jî bibin endamên wê.

Donald Trump duhî, Pêncşembê (09.01.2020) li Koşka Sipî di civînekê rojnmevaniyê de got, “Ez di wê bawerîyê de me ku pêwîst e NATO bê berfirehkirin û Rojhilata Navîn jî vegire.”

Trump herwiha anî zimên, "DAIŞ pirsgirêkeke navdewletî ye, em dixwazin serbazên me vegerin welat, bila NATO ber bi pêşve bê û pêngavên xwe biavêje. Me rê li ber DAIŞê girt û nehişt bigihe Ewrûpayê, divê ji niha û pê ve ve NATO roleka zêdetir bilîze.”

Parve bike: