TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr starta Fuar û Konferansa herî mezin a Rojhelata Navîn da

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 03 îlon 2024 18:27

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li paytext Hewlêrê 5emîn Pêşangeh û Konferansa Teknolojiyê ya HITEX 2024an vekir.

Fuara herî mezin a ku her sal li Iraqê tê lidarxistin HITEX, bi navê dehemîn pêşangeha herî mezin a Rojhilata Navîn e.

Di fûara ku wê 4 rojan bidome de wê 7 panelên bi temaya 'Siberoja bê kilîlk', 3 semîner û 2 komxebat bên lidarxistin.

Armanca fûarê ew e ku akademîsyenên sereke, nûnerên hikûmetê û serkirdeyên sektora taybet bicivîne da ku li ser hemû azmûnên warên pêşketinên teknolojiyê, agahiyan li Iraq û cîhanê biguhezînin.

Parve bike: