Trump piştî 9 salan gihîşt Çînê: Lûtkeya 3 rojî dest pê dike
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî navbereke 9 salan wekî yekemîn serokê Amerîkî gihîşt paytexta Çînê Pekînê.
Balafira "Air Force 1" ku Trump, endamên kabîneyê û karsazên Amerîkayê tê de ne, bi merasîmeke fermî li Balafirgeha Navneteweyî ya Pekînê hatin pêşwazîkirin.
Hêjayî gotinê ye, ev serdana ku dê 3 rojan bidome wekî yek ji xalên herî krîtîk ên serdema duyemîn a serokatiya Trump tê nirxandin. Tê payîn ku sibe Serokê Çînê Xi Jinping li "Hola Mezin a Gel" bi merasîmeke rûmetê pêşwaziya Trump bike.
Şerê Îranê û hevrikiya teknolojîk
Di rojeva vê lûtkeya dîrokî de mijarên herî germ; şerê Îranê, geşedanên Rojhilata Navîn û peywendiyên bazirganî yên di navbera her du welatan de ne.
Li gorî çavkaniyên dîplomatîk Trump dê daxwazên Washingtonê yên derbarê polîtîkaya Çînê ya li ser Îranê bîne ziman. Herwiha mijarên wekî ewlehiya zincîra dabînkirinê, hilberîna çîpên elektronîk, hişê çêkirî û firotina çekan a ji bo Taywanê jî dê li ser maseya danûstandinan bin.