TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump ragihand: “Kim Jong-un lêborîna xwe xwest”

Admin M
Nivîskar
📅 10 tebax 2019 23:57

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku serokê Kore ya Bakûr Kim jê re name şandiye û bo ceribandinên fuzeyên menzîlên wan navçe lêborîna xwe xwestiye û hêviyê dike ku di demeka kurt de hevdîtina wan pêkwere. Trump ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê twitterê de kir. Trump weha got:

“Kim di nameya xwe de gotiye ku tetbîqata Amerîka û Kore ya başûr çawa bi dawî bibe, dixwaze bi me re hevdîtinan bike û dest bi muzakereyan bike.”

Ev jî bû sedema şiroveyên ku di civîna Neteweyên Hevgirtî ya her sal ku di meha êlûnê de li New Yorkê çêdibin, werin cem hev.

Parve bike: