Cîhan
Trump: Rayedarên Îranê gotin ‘Em li ber rûxînê ne’
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser platforma Truth Socialê got ku rayedarên Tehranê ji wan re ragihandine ku welatê wan di "rewşa rûxînê" de ye.
Trump destnîşan kir ku Îran ji ber zextên aborî û navxweyî daxwaz dike ku Tengava Hurmizê di demeke herî kurt de ji bo trafîkê were vekirin.
Lê belê, tevî vê daxwaza Tehranê, Trump pêşniyara nû ya Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî red kir.
Trump û tîma wî ya dîplomasiyê bi taybet jî Marco Rubio diyar dikin ku heta Îran bernameya xwe ya nukleerê bi temamî rawestîne û şertê "bêçekkirinê" qebûl neke, tu peymanên li ser rakirina dorpêçan nayên îmzekirin.