Trump: Sebra me nemaye, em ê derba giran li Îranê bixin
PeyamaKurd - Serokê DYAê Donald Trump di mîtînga hilbijartinê ya li wîlayeta Alaskayê de daxuyaniyên tund di derbarê rageşiya leşkerî ya ligel Îranê de dan û ragihand ku sebra wan bi temamî nemaye.
Trump got: "Bisekinin da ku hûn bibînin ka em ê çi bi serê Îranê bînin. Em ê derbeyeke gelekî giran li wan bixin."
Trump îdia kir ku wî bi êrîşên dawî qebareya leşkerî ya Îranê têk biriye û wiha axivî: "Êdî hêza wan a behrî, hêza asmanî û sîstemên berevaniyê nemane.
Tengava Hurmizê di bin kontrola me de ye û niha neft ji ya beriya şer zêdetir diherike." Trump bal kişand ser piştgiriya aborî ya berê ya rêveberiya Obama bo Îranê û tekez kir ku berhevkirina çekên atomî ji aliyê Tehranê ve bi temamî hatiye astengkirin û ev şer dê di demeke nêzîk de biqede.