Cîhan
Trump û Erdogan li ser Sûriye û Libyayê axivîn
PeyamaKurd – Dema ku îro tezkereya şandina leşkeran bo Libyayê li parlamena Tirkiyê dihat gotûbêjkirin, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump pêwendiyeke telefonî pêk anîn.
Di daxuyaniya serokomariya Tirkiyê de hat gotin ku di hevdîtinê de mijarên dualî û mijarê Sûriye û Libyayê hatine axaftin û rewşa dawî ya herêmê hatiye guftûgokirin.
Herwiha Erdogan di hevdîtinê de, kêfxweşiya xwe ya bo dawîbûna çalakiyên dijî balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê aniye ziman û fikarên xwe yên li ser ewlehiya Iraqê aniye ziman.
Li gorî daxuyaniyê de herdu alî hevnêrîn bûne ku hevkariya herdu welatan xurtir bikin.