TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Xistina balafiran bandorê li danûstandinên bi Îranê re nake

Admin İ
Edîtor
📅 04 nîsan 2026 08:39

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvînekê de ligel kanala NBC Newsê ragihand ku xistina balafirên şer ên Amerîkayê ji aliyê Îranê ve, dê bandoreke neyînî li ser pêvajoya danûstandinan neke.

Trump diyar kir ku ew di rewşeke şer de ne û ev bûyer ji bo rawestandina hewildanên aştiyê nabe hincet. Serokê Amerîkayê her wiha destnîşan kir ku pîlotên balafirên hatine xistin beriya ketinê bi paraşûtê daketine û rewşa wan tê şopandin.

Li gorî nûçeyên New York Times û CBS Newsê, balafireke şer a tîpa A-10 li nêzî Tengava Hurmizê ketiye û pîlotê wê bi serkeftî hatiye rizgarkirin. Her wiha rayedarên Amerîkî piştrast kir ku pîlotekî din ê ku balafira wî li ser axa Îranê ketibû, di encama operasyoneke taybet de ji aliyê hêzên Amerîkî ve hatiye rizgarkirin.

Ji aliyê din ve, malpera Axiosê îdia kir ku Îsraîlê ji bo hêsankirina operasyona rizgarkirina ekîba balafira Amerîkî, hinek êrîşên xwe yên asmanî yên li dijî Îranê betal kirine.

Parve bike: